Merwa Dirêî: Ji ber dorpêçê xizmetên saziyan jî disekinin

Hevseroka Meclisa Aborî Merwa Dirêî diyar kir ku ji ber dorpêça giran a li ser Kobanê gelek zehmetiyan dikişînin û gelek alavên ji bo xizmeta giştî jî ji ber kêmasiya alavan nikarin bi kar bînin.

24 sibat, 2026   11:05
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li Kobanê ku ji 20’ê Çileyê ve ji aliyê komên hikumeta demkî ve dorpêçkirî ye, pêdiviyên jiyanî, derman û şîrên zarokan gelekî kêm bûne. Xelkê Kobanê û saziyên wê gelek zehmetiyan dikişînin. Yek ji saziyên ku seferber bûye jî Meclisa Aborî ye.

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Aborî ya Kantona Firatê Merwa Dirêî ji ajansa me re axivî.

Merwa Dirêî diyar kir ku ew ê hewl bidin pêdiviyên jiyanê ji bo gelê xwe dabîn bikin û wiha got: "Em bi şev û roj li ser pêyan bûn da ku em ji bo gel pêdiviyên jiyanê dabîn bikin. Di destpêka şerê li herêmê re gelê me ji malên xwe koçber bû û hat di Kobanê de bi cih bû. Lewre jî bi hemû hewldanan Meclisa Aborî ji bo bidestxistina kel û pelan seferber bû."

Merwayê qala depoyên genim, aş û firinan kir û got: "Ev bû zêdetirî 36 roj Kobanê di dorpêçê de ye, niha jî tiştê ku me dabîn kiribûn nikarin bi kar bînin. Wekî tê zanîn firne her tim çaksazî jê re pêwîst dike, lê ji ber ku amûrên ku firneyan çaksaz dikin li vir nayên peydakirin û ew amûr xirab dimînin. Her wiha jeneratorên li gel me jî jê re çaksazkirin pêwîst e, lê ji ber dorpêçê em nikarin çareser bikin.”

Merwayê da zanîn ku kargeheke çêkirina kîsan ji xizmetê derketiye û got: "Kargeha me ya girêdayî beşa kooperatîfan a çêkirina kîsan hebû, ew jî ji ber dorpêçê hatiye rawestandin.”

Merwa Dirêî destnîşan kir ku sotemeniya firneyan kêm e û wiha got: "Sotemenî kêm e, dema ku di demên wê de negihêje, ew firne nikare kar bike. Ji ber vê em zehmetiyan di aliyê sotemeniyê de jî dikişînin."

Merwayê anî ziman ku dema ku şer dest pê kir hinek firne ji xizmetê derketin û wiha got: "Beriya şer li kantona Firatê 30 firneyên me yên nan hebûn, lê niha 10 firne kar dikin. Derdora 70 ton arvan rojane çêdikin, ji bo ku em bikarin nan bigihînin her kesî."

Her wiha welatiyê bi navê Elî Mişko diyar kir ku 36 roj e Kobanê di nava dorpêçek giran de ye û got: "Em di nava rewşeke zehmet re derbas dibin. Di meha Remezanê de ne, pêdiviyên jiyanê êdî nemane û yên heyî ji ber dorpêçê gelekî biha ne.”

Elî Mişko diyar kir ku daxwaza wan rakirina dorpêçê ye û got: "Em li ber xwe didin, em alîkariyên tu kesî naxwazin, tenê em dixwazin dorpêç li ser Kobanê were rakirin. Ji ber ku em berxwedêr in û em ê tevî hemû astengiyan jî li ber xwe bidin."

ANHA