Krîza avê ya li Iraqê û têkiliyên DYA û Îsraîlê mijarên rojnameyên erebî ne

Krîza avê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de rastiya hevalbendiya her du welatan aşkera dike. Geşedanên di navbera Trump û Netanyahu de nîşan didin ku DYA êdî hevlbendê xwe diguherîne.

Krîza avê ya li Iraqê û têkiliyên DYA û Îsraîlê mijarên rojnameyên erebî ne
26 gulan, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê gurbûna krîza avê ya li Iraqê, zêdebûna metirsiyên li ser ewlehiya deryayî ya cîhanê û aloziyên di navbera serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump de nivîsî.

‘TÊKILIYA SIYASÎ YA GEŞ A DI NAVBERA IRAQ Û TIRKIYEYÊ DE KRÎZA AVÊ ÇERESER NEKIR’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku têgihaştina siyasî ya zêde di navbera Bexda û Enqereyê de bandoreke erênî li krîza avê nekir ku tevî projeyên hevkariyên ewlehî û aborî yên di navbera her du aliyan de jî, lê mijara avê hîna çarerser nebûye. Rojnameyê diyar kir ku Iraq rastî kêmbûneke mezin ya avê hatiye, ji ber nebûna rêkeftineke tekûz bi Tirkiyeyê re li ser parvekirina ava çemên Dîcle û Firatê.

Rojnameyê her wiha behsa "Projeya Başûr-Rojhilatê Anatolyayê (GAP)" ya Tirkiyeyê kir ku tê de bi dehan bendavan ku dê bandorê li herikîna çemên ber bi Iraqê diçin bike, têne avakirin, wekî Bendava Ilisuyê. Rojnameyê her wiha Îran tewanbar kir ku berê robarên ku diçine ser çemê Diyala û şaxên Dîcleyê, diguhere. Di vê navberê de ji ber hesabên siyasî û mezhebî yên hundir, hikumet bê deng e.

‘PIRSGIRÊKÊN EWLEHIYA DERYAYÎ YA GERDÛNÎ’

Di gotara xwe ya sereke de, rojnameya El Xelîc hişyarî da li ser zêdebûna metirsiyên li ser ewlekariya deryayî ya cîhanî û bal kişand ku metirsî êdî ne tenê kevneşopî ne, lê niha bi awayên çekên xweser, mayinên deryayî û êrişên sîber pêk tên.

Rojnameyê bal kişand ser hewcedariya lezgîn ji bo parastina binesaziya deryayî ya jiyanî, di nav de kabloyên înternetê û platformên enerjiya hêşîn. Her wiha diyar kir ku ji bo rakirina van gefan, pêdivî bi tevgereke navneteweyî ya hevpar û stratejiyên hişktir heye.

‘BAZIRGAN: NETANYAHU DÊ ÇAWA RIKEBERIYA TRUMP BIKE?

Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser serdana serokê DYA’yê Donald Trump bo herêmê rastî gelek “derbeyên siyasî” hatiye. Ya herî girîng ji van gazîkirina bilez a Netanyahu bo Washingtonê bû, ji bo ku wî agahdar bikin ku dan û standinên rasterast ên DYA bi Îranê re li ser bernameya wê ya nukleer dê dest pê bike ku ev yek derbeyek bû ji bo Îsraîlê ya ku di xwest li dijî Tehranê şer bike.

Raporê diyar kir ku arîşeyên zêde yên di navbera Trump û Netanyahu de nakokiyên desthilatdariya li Rojhilata Navîn nîşan dide, ji ber ku her aliyek hewl dide amûrên xwe yên serdestiyê bi kar bîne ku dişibe lîstikeke pir tevlihev a kişikê.

(k)