Di êrişên li ser Xezayê de 50 kes hatin kuştin
Li gorî çapemeniya filistînî, di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 50 kes hatin kuştin.

Çapemeniya filistînî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên ji berbanga îro ve yên li ser Xezayê de herî kêm 50 kes hatine kuştin.
Berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel der barê êrişê de agahî dan AFP’ê û da zanîn ku di bombebarana li ser dibistana Fehmî El Cercawî ya li taxa Diric a Xezayê de bi kêmanî 33 filistînî hatin kuştin. Besel aşkera kir ku piranî jin û zarok bi dehan kes jî birîndar bûne.
Her wiha got: "Hîna hejmarek windahî di bin kavilan de ne. Ekîbên me hewl didin xwe bighînin wan."
Besel da azanîn ku li gel parastina sivîl alavên lêgerîn û rakirina kavilan nîn in û got: "Êriş rasterast li ser odeyên tijî koçber hat kirin. Cenazeyên şewitî yên zarok û jinan hatin rakirin."
Artêşa Îsraîlê der barê êrişa li ser dibistanê de ragihand: "Terorîtên mezin li navenda fermandariyê ya Hemas û Cîhad Îslamî ku li devereke berê dibistan bû, çalak bûn, hatin hedefkirin."
(bb)