Li gundewarê Derayê 2 zarok ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn

Li deştên derdora bajarokê Xirbet Xezale li gundewarê rojhilatê Derayê ji ber teqîna mayînekê 2 zarok birîndar bûn.

Li gundewarê Derayê 2 zarok ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn
30 cotmeh, 2026   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, îro li deştên derdora bajarokê Xirbet Xezale, mayînek ji bermayên şer teqiya, di ecamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Ev sêyemîn bûyera wiha ye ku îro qewimî. Di 2 teqînên mayînên cuda de li gundewarên Til Temir û Minbicê zarokek mir û 9 kes birîndar bûn.

(k)

ANHA