Kongra Star şehadeta yek ji rêveberên xwe aşkera kir

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê nasnameya rêvebera xwe Şehnaz Omer ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker dijî Dêrikê de şehîd bûbû, aşkera kir.

Kongra Star şehadeta yek ji rêveberên xwe aşkera kir
11 ÇILE, 2025   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku yek ji rêveberên wê Şehnaz Omer di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Qereçoxê yê bajarê Dêrikê de şehîd bûye.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hatiye nivisîn: "Dewleta Tirk a dagirker fikrê tunekirina DAIŞ`ê li herêmê tehemul nekiriye, ji ber wê her tim pêşengên têkoşîna jinan dike hedef. Herî dawî hevala me Şehnaz Omer a xwedî vîn û her tim li eniyan ji bo azadiya jinan tê dikoşî, kir hedef. Şehnaz li Şam, Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên kongrayê meşandin. Bi saya kesayeta xwe ya nerm û dilnizim kete dilê tevahî jinan. Bi wê re ajokar Ehmed Elî jî şehîd bû."

Di daxuyaniyê de behsa rola Şehnaz di birêxistinkirina jinan û çawa li hember zulmê û zordestiya pergala Baasê serî netewandiye de hate kirin û soz hate dayîn ku dê xewn û xeyalên Şehnaz û şehîdan werin bidestxistin.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî, şehîdên din mîna Pekîze, Fatme, Sêvê, Evîn Goy û Kerem El Şihab hatin bi bîranîn.

Di dawiyê de careke din teqezî bi domandina têkoşînê di rêya azadiyê de hate kirin û hate gotin felsefeya jin, jiyan, azadî ji têkoşîna tevahî jinan li seranserî cîhanê bûye sembol û mirin dê li pêşiya têkoşîna jinan nebe kelem.

(şx)