Îstixbarata Tirkiyeyê gefa kuştinê û girtinê li çeteyan dixwe

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker gefên li çeteyên li bajarê Girê Spî dixwe ku heke neçin şer yan jî ji koman qut bibin an jî ber bi herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve birevin, dê wan bikuje.

Îstixbarata Tirkiyeyê gefa kuştinê û girtinê li çeteyan dixwe
11 ÇILE, 2025   17:23
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên xwech ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe hişyar kiriye ku ji komên çekdar qut nebin û ji eniyên şer nerevin.

Li gorî heman çavkaniyan, piştî ketina rejîma El Esed gelek çete çek danî û vegeriyan bajar û gundên xwe yên li Heleb, Hism û gundewarê Şamê.

Ji bo çeteyan, revandina malbatên xwe gelek zehmet û ji wan re pirsgirêka herî mezin e ku ji ber wê nikarin ber bi herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk an jî herêmên din ên Sûriyeyê birevin.

Heman çavkaniyan aşkera kirin ku çeteyên mayî jî ji ber windahiyên xwe di şerên li gel QSD`ê de nema dixwazin şer bikin. Dixwazin vegerin warên xwe lê ji ber gefa kuştin û girtina malbatên wan nikarin bi derekê de herin.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema bajarê Girê Spî 9`ê Cotmeha 2019`an ve dagir kiriye, zêdetirî 30 hezar penaberên sûriyeyî yên ji bajarê Tirkiyeyê anîne û li bajêr di malên koçberên bajêr de bi cih kirine. Armanca wê guhertina demografiya wan herêman e.

(şx)