Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî

Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweş bi bîr anî.

Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî
Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî
Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî
Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî
Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî
Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî
Kongra Star dayika Uwêş bi bîr anî
11 nîsan, 2026   15:17
HESEKÊ

Li hola sersaxiyê ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê civînek bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star û nûnerên rêxistinên jinan hat lidarxistin.

Di civînê de ji rêveberên Kongra Star Viyan Efrîn behsa rola dayika Uweş di avakirina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de kir û got: “Dayika Uweş kesayetek bi hêz di nava civakê û malbatê de bû. Rêbazên wê yên perwerdekirinê di navbera henek û hişkbûnê de bû. Têkiliyên wê bi xwezayê re xurt bûn. Xwedî taybetmendiyek xweser bû û zarokên xwe jî wisa mezin dikir. Qeydên kevinperest ên civakê red dikin û li hemberî hemû astengiyan sekinî. Van rêbazên perwerdeyê bandor li avakirina kesayeta bibandor a Rêber Apo kir. "

(bb)

ANHA