Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir

Bi dirûşma "Bi ruhê şehîdên demê em ê têkoşîna xwe bilind bikin" Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi beşdariya nêzî 200 nûnerên saziyên siyasî, aborî, civakî û leşkerî li dar xist.

Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir
16 mijdar, 2023   21:33
HELEB

Di çarçoveya xebatên pêşxistina asta zanabûna rêxistinî û çareserkirina pirsgirêkên jinan di civakan de li gor fikra Rêber Abdullah Ocalan de, Kongra Star a Helebê civîna xwe ya salê li dar xist.

Civîn bi dirûşma "Bi ruhê şehîdên demê em ê têkoşîna xwe bilind bikin" û bi beşdariya nêzî 200 nûnerên ji Helebê li hola civînan a 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

Di serî de dîwana rêvebirina civînê hate hilbijartin. Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo destnîşan kir ku ev qonaxa hemdem ji bo îsbatkirina rola jinan di hemû qadan de qonaxeke girîng e û got: "Fedakariya jinan û têkoşîna wan a di hemû qadan de hişt navê Şoreşa 19'ê Tîrmehê bibe Şoreşa Jinan."

Fehîme Hemo soza bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê felsefeya "Jin Jiyan Azadî", da.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya pêkanîna azadiya jinan di civakan de û rêbazên pêşxistina pêşengtiya wê ji bo parastina destkeftiyan û pêkanîna edaleta civakî, ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîvan Heleb ve hatin xwendin.

Di çarçoveya berdewama bernameya civînê de, rêvebera Akademiya Star Arjîn Amed rapora salê ya kongrê ya li ser asta Helebê xwend û di raporê de xebatên pêkhatî û yên pêknehatî, bîlanço û agahiyên der barê dozên jinan û rêjeya çareserkirina wan û rola civakê tê de, hatin diyarkirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nejbîr Mihemed rewşa siyasî ya sala borî anî ziman û got: "Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd roleke mezin di belavkirina fikra Rêber Ocalan li seranserî cîhanê de lîst."

Nejbîr Mihemed destnîşan kir ku dewletên faşîst mayîndebûna xwe di qirkirina gelên azadîxwaz de dibînin û got: "Armancên dewleta Tirk a dagirker diyar in, ew dixwaze destkeftiyên gelên ku bi fikra neteweya demokratîk û biratiya gelan û azadiya jinan bawer dikin, têk bibe."

Piştre, beşdaran ji bo pêşxistina xebatên rizgarkirina jinan û çalakkirina rola wan di hemû qadên civakê de nêrînên xwe parve kirin.

Beşdaran girîngî da pêşxistina zanabûna îdeolojî ya jinên xwedî rol ku destekek mezintir bidin civakê û piştgirî ji bo ciwanan bê dayîn û li hember şerê taybet bê sekinîn.

Di dawiya civînê de bendên pêşniyarkirî ku derbasî plansaziya salê bibin hatin hilbijartin, ew jî ev in:

Asta têkoşînê were bilindkirin, da ku girtîgeha Îmraliyê were têkbirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalam misoger be.

Dîroka PKK′ê were xwendin.

Perwerdeyên hişyariyê ji bo zanakirina gel werin dewamkirin.

Projeyên taybet bi jinan werin vekirin û piştgirîdayîn.

Akademiya taybet bi perwerdekirina mêran a girêdayî Kongra Star were vekirin.

Navenda astengdaran were vekirin.

Komîteyek ji bo firehkirina xebata Kongra Star li taxên Helebê were avakirin.

Komîteyek ji nivîsandina çîrokên berxwedana jinan li Şêxmeqsûdê were avakirin.

Mecliseke tenduristiyê ya komîteya tenduristiyê ya Kongra Star were avakirin.

Navenda dayikên gerîla were vekirin.

Bi hemû rê û rêbazên gund piştgiriya jinên ciwan ji bo xurtkirina wan were kirin.

(mh)

ANHA