′Pergala li Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye′

Endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê qedexeya hevdîtina parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re şermezar kir û got, qedexe binpêkirin û berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî wî ye.

′Pergala li Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye′
17 mijdar, 2023   02:37
TEBQA
SELAM KÊRWAN

Li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê Mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da. Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê Cotmeha 2023’yan de li miwekîlê wan Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. 

Der barê mijdarê de endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn.

Endama însiyatîfê Zeyneb Omer got: " 25 sal di ser revandina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn. Rêber Abdullah Ocalan xwediyê fikrê demokratîk e ku hewl dide aştiyê li Rojhilata Navîn mîsoger bike, şer û aloziyên heyî çareser bike û tevahî gelan bighîne aramiyê.

Zeyneb Omer bal kişand ser qedexeya hevdîtina  bi Rêber Abdullah Ocalan û wiha domand: ′′Qedexekirin yek ji binpêkirinên derexlaqî yên herî qirêj e ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, ji ber ku wî ji mafên wî yên mirovî bê par dihêle, her wiha nahêle malbat û parêzerên wî serdana wî bikin û rewşa wî ya tenduristiyê nas bikin."

Zeyneb Omer anî ziman ku êrişên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewama komploya navneteweyî ya li dijî wî ye û got: ′′Armanca komployê şikandina vîna gelan û têkbirina projeya Rêber Abdullah Ocalan e ku hewl dide aramiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne.′′

Zeyneb Omer der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: "Êriş hewldaneke ji bo gelên herêmê li hemberî dagirkirina wan bitewînin û îradeya gelên ku bi ramanên Rêbertî bawer in, bişkîne. Lê îrade û israra me ji êrişên we yên faşîst xurtir in. Em ê çalakiyên xwe yên şoreşgerî berdewam bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û dîwarê Îmraliyê yê zilm û neheqeiyê hilweşe."

Endama însiyatîfê Şeza El Hisên binpêkirinên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gefxwarina jehrîkirina wî,  dîsan bêdengiya cîhanê ya li hemberî van binpêkirinan şermezar kirin.

Şeza El Hisên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û li dijî êrişên dewleta dagirker soza domandina têkoşînê û belavkirina ramanên wî li seranserî cîhanê da.

Şeza El Hisên diyar kir ku pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" nîşan dide ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan aştî û jiyana hevbeş di nav xwe de hildigire.

(mh)

ANHA