Li Şedadê civînek li ser hevgirtin û sekna dijî siyasetên dijber hate lidarxistin

Rûspiyên eşîrên gundewarên Şedadê di civîna ku PYD′ê li bajarokê Ebû Hecîre yê Şedadê li dar xistiye de got pêwîstî bi sekna li dijî siyasetên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên heye.

16 mijdar, 2023   20:20
ŞEDAD

Di civînê de xelkê herêmê, rûspiyên eşîran, endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Di civînê de hevserokê PYD′ê ya Şedadê Fadil El Ehmed axivî û behsa rewşa siyasî, pêşdeçûnên li herêma Rojhilata Navîn û şerê hêzên hegemonîk kir.

El Ehmed wiha got: "Tevahî şer û guhartinên heyî dikevin xizmetî berjewendiyên dewletên hegemon û kapîtalîst, her wiha dikevin xizmetî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ku dagirkeriya xwe fireh dike û destwerdanê li dewletên cîran dike."

Di mijara duyemîn de jî El Ehmed wiha anî ziman: "Armanca siyasetên dewleta Tirk a dagirker ji ferzkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocala, qedexeya hevdîtina parêzeran bi Rêbertî re, her wiha êrişên bênavber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hewldanên têkbirina projeya neteweya demokratîk in."

El Ehmed diyar kir ku hemû hewl didin Rêber Abdullah Ocalan bi dûr bixin, ji ber ku li gel Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re hene û ev jî nakevin xizmetî siyasetên dijberî gelên azad û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêbertî bi projeya xwe ya demokratîk û yekitiya gelan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike û aştiyê pêk bîne."

Di dawiyê de rûspiyên eşîrên herêmê axivîn û got pêwîstî bi sekna li hember tevahî siyasetên dijberiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye.

(fr)