Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd sibehê dest pê dike

Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd, ku dê 2 rojan li Amed bidome, dê di roja yekem de bi parvekirina ezmûnan dest pê bike û di roja duyem de bi komxebatan bi dawî bibe.

Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd sibehê dest pê dike
27 gulan, 2025   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd dê di 28-29'ê Gulanê de li Çand bajarê Bakurê Kurdistanê Amedê were lidarxistin. 

Parlamenterên jin ên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek deverên Ewropayê dê beşdarî konferansê bibin. Wê ezmûnên têkoşîna jinan û destkeftiyên di encamê de hatine bidestxistin dê werin parvekirin.

 Naveroka bernameya konferansa du rojan hate eşkerekirin.

 Naveroka konferansê wiha ye:

 *Di roja yekem de

 *Axaftina vekirinê dê ji hêla Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyiğit ve di saet 10:00 û 10:30 de were kirin.

 *Sinevizyon

 *Nameya Leyla Guven dê bê xwendin

 *Wê di rûniştina 1, 2 û 3'yan de tecrube werin parvekirin

 *Nameya Semra Guzel dê were xwendin

 Roja yekem dê saet 18:00'an bi dawî bibe.

 Roja 2'yem

 *Komxebat

 *Sakîne Cansiz û Komxebata Zoomê: Pirsgirêkên rêxistinî û pêşniyarên çareseriyê yên parlamenterên jin di pêşxistina siyaseta demokratîk de li dijî siyaseta serdest a mêran.

 *Leyla Qasim: Rola parlamenterên jin a di yekîtîya neteweyî û polîtîkayên çareseriyê de.

 *Hevrîn Xelef: Têkoşîna hevbeş a li dijî tundî û cudakariya li ser jinan.

 *Mîna Qazî: Beşdariyên temsîliyeta siyasî ya jinan a di aştiya civakî û demokratîkkirina siyasetê de.

 *Parvekirina encam û pêşniyarên komxebatê.

 *Xwendina daxuyaniya dawî.

 *Girtin û girtina wêneyan a komî."