Amadekariyên lidarxistina kongreya Siwêdayê tên kirin

Çavkaniyekî taybet diyar kir ku ku ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh a Siwêdayê hewldanên avakirina komîteya amadekar tên kirin.

Amadekariyên lidarxistina kongreya Siwêdayê tên kirin
27 gulan, 2025   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re aşkera kir ku ku ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh a Siwêdayê hewldanên avakirina komîteya amadekar tên kirin.

Çavkanî da zanîn ku komîte dê ji akademîsyen, nûnerên saziyên sivîl û kesayetên olî pêk were. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku komîte dê mekanîzmaya têkiliyên bi desthilata Şamê re nîqaş bike ku bikeve xizmeta Siwêdayê û hebûna wê ya nîştimanî bi hêz bike.

Heman çavkanî diyar kir ku hin çalakvan û siyasetmendarên xwecih û yên li diasporeyê pêşniyara lidarxistina kongreyê li Rêberê ruhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn ên Durzî Şêx Hikmet El Hicrî kiribûn û got pêşniyar hat pêşwazîkirin û qebûlkirin.

Li gorî çavkanî, encamên hewldanan dê heta çend rojên din xuya bibin.

(bb)