Konferansa 2ˊyemîn a Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê hat lidarxistin

Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi diruşma ˊÇand giyanê demokrasiyê û bîrdanka gelan eˊ konferansa xwe ya duyemîn li dar xist û bi hilbijartina 5 endaman bo Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Rewşenbîran bi dawî bû.

Konferansa 2ˊyemîn a Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê hat lidarxistin
Konferansa 2ˊyemîn a Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê hat lidarxistin
Konferansa 2ˊyemîn a Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê hat lidarxistin
Konferansa 2ˊyemîn a Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê hat lidarxistin
4 sibat, 2024   17:56
REQA

Konferans li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi beşdariya endamên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Mamosteyan, Rêxistinên Civaka Sivîl, Desteya Çandê û Şûnwaran, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêx û rûspiyên eşîran hat lidarxistin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdurehman El Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Li Reqayê gelek wêjevanên mezin mîna Icêlî, Bilêbil û Xelîl derketin. Destpêka Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê di Gulana 2019ˊan de bû. Em îro jî di van rewşên girêk li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyonên petrolê û heta çapxaneyê de konferansa xwe li dar dixin."

Dûre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso behsa rewşa siyasî kir û got ên dîrokan dinivîsin xwediyên destanan in û rastiya rewşenbîr ew e ku di oxira welat, çand, fikir û pênûsa xwe de canê xwe dide.

Hiso wiha domand: "Her kes êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî avahiyên stratejîk û petrolê dibînin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide cîhanê mijûl bike ku şerê terorê dike û sînorên xwe diparêze. Lê berxwedana gelên herêmê û sekna wan li hember van êrişan ji bîr kir. Em li hember van êrişan yek in."

Piştre hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê Zihêre El Hesen perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, her wiha sînevîzyonek li ser xebatên yekitiyê hate pêşkêşkirin, rewşa rêxistinî û rêzikname hat xwendin, nîqaş li ser hat kirin û piştre hin guhartin çêbûn.

Di dawiyê de 5 endamên Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran hatin hilbijartin û dê piştre ji wan 5 endaman hevserokatî bê hilbijartin.

(fr)

ANHA