Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye

Komkirina îmzeyan a ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Reqayê ber bi dawî ve diçe. Heta îro 750 hezar îmze hatine komkirin û dê hemle li gorî planê heta komkirina zêdetirî mîlyon îmzeyî heta dawiya Adarê bidome.

Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê ber bi dawiyê ve ye
25 adar, 2024   17:08
REQA

Çend rojên din komkirina îmzeyan li kantona Reqayê bi dawî dibe. Çaverê ye di dawiya Adarê de bi dawî be. 

Çavdêrê komîteyên komkirina îmzeyan li kantona Reqayê Ebduselam Hemsork ji ajansa me re got: "Me ev hemle ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo girtina agahiyên der barê rewşa wî ya tenduristî de dest pê kir, ji ber ku ev 3 sal e tu agahî jê nehatine wergirtin."

Hemsork wiha domand: "Me heta niha li kantona Reqayê û gundên wê 750 hezar îmze kom kirine û hemle dê heta 30'ê Adarê bidome. Me dest bi belgekirina dîjîtal jî kir da ku ew tev li îmzeyên ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine komkirin bin û ji Meclisa Yekitiya Ewropayê û hemû saziyên hiqûqî, navneteweyî û mirovî re bên şandin."

Hemsorik destnîşan kir ku kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û pêwîst e civata navneteweyî xwedî li erkê xwe derkeve û got: "Em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hemû hêza xwe û bi hemû rêbazan tê bikoşin."

Hevseroka Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Emel Casim a ku beşdarî hemleyê bû destnîşan kir ku şênî bi hemû pêkhateyên xwe bi coşeke mezin tev li hemleyê dibûn.

Komkirina îmzeyan li kantona Reqayê û gundewarê wê didome. Îro jî li taxa Mefreq El Cezea ya rojavayê bajêr îmze tên komkirin.

(mh)

ANHA