Komîna taxê destekê dide malbata ku mala wan hilweşiyabû

Li Qamişloyê ji ber barîna zêde ya baranê, malek hilweşiyabû. Komîna taxê niha destekê dide malbata di wê malê de.

Komîna taxê destekê dide malbata ku mala wan hilweşiyabû
Komîna taxê destekê dide malbata ku mala wan hilweşiyabû
30 adar, 2024   14:21
QAMIŞLO

Ji ber barîna baranê zêde di nîvê şeva 27`ê Adarê de, li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê maleke ku ji odeyekê pêk tê û malbatek lê dima, hilweşiyabû. 

Di malê de Evîn Hesen, hevjînê wê Idrîs Esad û kurê wan Bilind Esad hebûn. Di encamê de lingê Idrîs Esad (47) yê rastê zirar dît. Malbat bi kirê di xanî de dima û di odeya hilweşiyayî de alavên malê hebûn.

Ji bo destekdayîna malbatê Komîna Şehîd Şevger tev geriya û niha ji bo destekê pere ji taxê kom dike.

Her wiha xwediyê malê jî malê ji nû ve tê dike û xelkê taxê jî bi rêya komînê ji bo bicihkirina malbatê xaniyek peyda kir.

(sb)

ANHA