Koçberkirina filistîniyan ber bi Sînayê ve gefa rûdaneke şerekî giştî dixwe

Xuya ye ku Rojhilata Navîn li ber şerekî herêmî ye diçe, nexasim piştî gurbûna şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de û gefxwarina koçberkirina şêniyên Xezayê ber bi Sînaya Misirê ve ku ev jî ji bo Qahîreyê nayê qebûlkirin.

Koçberkirina filistîniyan ber bi Sînayê ve gefa rûdaneke şerekî giştî dixwe
23 cotmeh, 2023   04:42
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî nerazîbûn nîşanî koçberkirina filistîniyan ber bi Sînayê ve da û destnîşan kir ku ev yek pêvajoya aştiyê ya di navbera Misir û Îsraîlê de dixe metirsiyê.

El Sîsî di civînekê li gel şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz de ku 18'ê Cotmehê pêk hatibû gotibû: "Veguhastina şer ji Xezayê ber bi Sînayê ve tê wateya ku Misir jî bikeve nava vî şerî. Misir jî dewleteke mezin e û pabendî aştiyê ye."

El Sîsî hişyarî dabû ku dê bang li misiriyan bike ku xwepêşandanan li dar bixin û gotibû: “Eger ji gelê Misirê bixwazim dakevin qadan û vê pêşniyarê red bikin, hûnê bi milyonan kes li kolanan bibînin.”

El Sîsî piştî gurbûna şerê Hemas û Îsraîlê û amadekariya ji aliyê Til Avîvê ve ya ji bo êrişa bejayî li dijî Xezayê ev daxuyanî dan. Ji derdora 2 hefteyan ve, Îsraîlê êrişên hewayî li dijî Xezayê didomîne, lê belê li Xezayê sotemenî, derman, madeyên xwarinê tune ne û nexweşxane rawestiyane.

Artêşa Îsraîlê hişyarî da filistîniyên li bakurê Xezayê ku berê xwe bidin sînorê Misirê. Li gor dezgehên çapemeniyê berdevkê leşkerî yê payebilind ê Îsraîlê Richard Hecht ji filistiyên ji ber êrişên hewayî direvîn xwest ku berê xwe bidin Misirê. Lê Wezareta Karên Derve ya Filistînê bi daxuyaniyeke fermî ev bang red kir.

Li gor çavdêran, koçberkirina filistîniyan ji Xeza ber bi Sînaya Misirê ve planeke îsraîlî ye ku armanc wê bidawîkirina pirsgirêka Filistînê ye. Lê di heman demê de tê gotin, dibe di encamê de şerekî herêmî yê mezin rû bide.

ÊRIŞA SÊALÎ YA NÛ

Parlamenterê berê yê Misirê Ebdullah El Mexazî destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze doza Filistînê bi dawî bike û bêguman ew ê heman tiştê ku bi filistîniyên penaber ên din re kiriye, bi şêniyên Xezayê re bike.

El Mexazî got: "Koçberkirin  bi taybetî ber bi Sînayê ye da ku piştî Xezayê  Sîna bibe armanca Îsraîlê. Ji ber ku Îsraîl baş dizane ku eger Misir bicihkirina Filistîniyan li Sînayê di nava kampan de, qebûl bike, dê hin filistînî ji Sînayê dîsa bi top û moeşkan êrişê Îsraîlê bikin. Dê ev yek ji bo Îsraîlê bibe hincet da ku mîna Xezayê destwerdanê li Sînayê bike.′′

El Mexazî destnîşan kir ku destwerdana li Sînayê dê bi beşdariya hevkarên Îsraîlê wek Amerîka û Brîtanya be û got: “Êrişa sêalî dê dîsa dubare bibe. Bi hicetan avêtina moşekan li dijî Îsraîlê dê Sînayê bi temam desteser bikin.”

El Mexazî daxuyand ku senaryoyeke mezin a ji nû ve danîna nexşeya Rojhilata Navîn anku çêkirina Rojhilata Navîn a Mezin heye, ku di encamê de nexşeya herêmê û hevsengiya hêzan tê de dê bên guherîn

Her wiha El Mexazî diyar kir ku erka artêşa Misirê parastina ewlehiya neteweyî ya Misirê û xaka wê ye.

TOPA ÊGIR

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî yê Iraqê Mihemed Ebadî anî ziman ku ji deh salan ve Xeza ji bo Îsraîlê derdek e û got: ′′Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Îshaq Rabîn di 1992'yan de gotibû ku ew hêvî dike rojekê sibê hişyar bibe û bibîne ku derya Xezayê daqurtandiye.′′

Ebadî wiha anî ziman: “Xeza, di vê erdnîgariya teng de, projeyeke leşkerî li dijî Îsraîlê bi armancên ragihandî ji bo rizgarkirina Filistînê ji dagirkeriyê daniye. Ji ber ku hêzên rojavayî di serî de DYA`yê piştgiriya leşkerî, siyasî û aborî ji hikumeta Îsraîlê re pêşkêş dikin, Îsraîl ev ji xwe re derfet dibîne ji bo ku pirsgirêka Xezayê bi carekê ji holê rake.”

Ibadî wiha domand: "Îsraîl dixwaze xezayiyan koçberî Sînayê bike.  Ji bo ku xwe ji barê wan xelas bike û bavêje ser milê dewleteke din. Lê Qahîrayê ev bi carekê red kir. Ji ber ku ev tesfiyekirina doza filistînê ye.”

Têkildarî zirarên li ewlehiya neteweyî ya Misrê Ibadî got: "Veguhastina gelê Xezayê ji bo Sînayê tê wateya veguhastina berxwedanê jî û di encamê de mûşek dê ji Sînayê ber bi Îsraîlê ve bên avêtin û ev jî dê bihêle Misir bikeve şerekî nû."

Ibadî destnîşan kir ku bicihkirina şêniyên Xezayê li Sînayê wek topa êgir e ku Îsraîl davêje herêmê û got: "Hikumeta Misirê di helwesta xwe de cidî ye."

ŞEREKÎ HERÊMÎ

Girêdayî heman mijarê, nivîskarê misirî yê li Awsturyayê û damezirînerê Yekitiya Welatiyên Misirî yên li Derve ya Cîhanê, Behcet El Ubeydî got: “Gengaz e ku şerê li Xezayê firehtir bibe û operasyonên leşkerî zêde bibin. Ev tê wê wateyê ku Rojhilata Navîn tev de bikeve toneleke alozî û şeran."

El Ubeydî ji ajansa me re got: "Şêniyên sivîl ên Xezayê ji aliyê desthilatiya Îsraîlê ve tên qirkirin û cîhan jî hem li hember van kiryaran bêdeng e hem jî di aliyê çekên pêşketî de destekê dide Îsraîlê."

El Ubeydî wiha zêde kir: "Gelê Misirê tev da dibêjin, armanca plana Siyonîst, têkbirina doza Filistînê ye bi rêya koçberkirina şêniyên Xezayê ber bi Sînayê ve. Heke di vê de bi ser keve, dê bi temamî doza Filistînê ji holê rake. Ji ber wê, berdêl çi dibe bila bibe, divê xezayî li ber xwe bidin, dev ji axa xwe ber nedin û koçber nebin.”  

El Ubeydî destnîşan kir ku fermandariya siyasî, artêşa Misirê, siyasetmedar, ronakbîr û rewşenbîrên Misirê ji vê planê hişyar in û dê wê qebûl nekin.

El Ubyedî balkişand ser îdiayên li dijî Misirê têne kirin ku li beramber bicihkirina filistîniyan,  dê deynên li ser Misirê bi dawî bibin û got: “Misirî, dizanin welatê wan çi ye. Aloziya aborî ya tê re derbas dibe, demkî ye. Bi saya ge, Misirê gelek zehmetî derbas kirin.."

Li gorî El Ubeydî, Misir dê parastina axa xwe bike û di bin tu şert û mercan de, qebûl nake rastiyeke wiha li ser bê ferzkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Îsraîl û piştevanên wê, vê yekê baş dizanin. Her planeke Siyonîst dê bi bin keve.”

(mh/şx)

ANHA