Balafirên bêmirov ên ketine nava Helebê:  Armanc û sedem

Ji nêzî 15 rojan de balafirên bêmirov ketine nav asîmana Helebê û aramiya herêmê dixe metirsiyê. Gelo ev balafir ji ku derê tên û digihîjin ku derê? armancên aliyê ku balafir şandine, çi ne?

Balafirên bêmirov ên ketine nava Helebê:  Armanc û sedem
Balafirên bêmirov ên ketine nava Helebê:  Armanc û sedem
Balafirên bêmirov ên ketine nava Helebê:  Armanc û sedem
Balafirên bêmirov ên ketine nava Helebê:  Armanc û sedem
Balafirên bêmirov ên ketine nava Helebê:  Armanc û sedem
23 cotmeh, 2023   03:45
HELEB
 MIHEMED EBDO

Bûyerên têkildarî ketina balafirên bêmirov nav asîmana Helebê gihîştin asteke bilind. Herî dawîn taxa Suryan bombebaran kir. Di encamê de hin sivîl birîndar bûn û zerar gihiştin xaniyekî.

BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN DI BIN SIYA TERORÎST Û ÇETEYAN DE

Çavkaniyek leşkerî ji Helebê ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku balafirên bêmirov ên ku derbasî qada hewayî ya Helebê dibin ji bajarê Daretezê yê rojavayê Helebê rabûne. Ev bajar jî di bin kontrola çeteyên ′Odeya Operasyonan a Fethul Mubîn′ de ye ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine avakirin. Ev kom beşek ji ′Heyet Tehrîr El Şam′ (Cebhet El Nusra ya berê) ye ku di lîsteyên terorê yên cîhanî de ne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî dane me, çeteyên navborî bêyî dewleteke ku desteka teknolojî bide wan, nikarin balafirên bêmirov çêkin. Çavkanî da zanîn ku çete li ser ajotina balafiran bi dûrahiya ku digihêje 37 kîlometreyan têne perwerdekirin.

Der barê bergeha van balafiran de, cûreyên wan pir in ku ji bergeha 50 heta 200 kîlometre hene û dikarin nêzî 4 kîlogram teqemenî bar bike.

Yekemîn bûyera derbaskirina qada hewayî ya Helebê di 7'ê vê mehê de bû ku balafireke bêmirov li ser akademiya leşkerî ya nêzî çerxerêya El Mot a Helebê hat xistin.

RÛSYA DESTEKÊ NADE HEVKARÊN XWE

Pisporên leşkerî destnîşan kirin ku ji bo kefişkirina balafirên bêmirov pêwîstî bi radarên pêşketî heye. Pisporan diyar kirin ku firîna balafirên bêmirov di astên nizm de dihêle dîtina wan zehmet be.

Çavkaniyê da zanîn ku rêbazeke din a kefişkirina balafirên bêmirov heye ew jî satelayt in e ku li ba Sûriyeyê tune ye, lê li ba Rûsyayê heye ku wek hevkareke hikumeta Şamê ye. Lê ev rêbaz heta niha nehatiye aktîfkirin.

Çavkaniyê diyar kir ku ji bo firandina balafirên wiha pêwîstî bi odeyeke operasyonan heye.  Dibe  cihê rabûna balafirên ku êriş li dijî dibistana leşkerî ya Humsê kirine heman cihê rabûna balafirên ku gihîştine Helebê be.

Di encamên lêkolînê û analîzkirina agahiyên berdest de, diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker kartên elektronî û amûrên diyarkirina navnîşanan dide çeteyên "Odeya Fethul Mubîn".

Ya balkêş ew e ku serçeteyê  Cebhet Tehrîr El Weteniye (Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê ) Fedlellah Hac xwedî têkiliyên xurt bi dewleta Tirk a dagirker re ye û girêdayî tevgera Îxwan El Muslimîn e.

BI ARMANCA PÊKANÎNA MÎSAQÎ MILLÎ

Sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec destnîşan kir ku bûyerên li Siwêda, Dêrazor û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî fakulteya leşkerî ya li Humsê, her wiha şerê Hemas û Îsraîlê tev girêdayî ne. El Erec got, ev hemû di çarçoveya danîna sînorên nû yên herêmê de pêk tên ku ji aliyê hêzên  destwerdêrên li herêmê ve têne kirin.

El Erec diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide sûdê ji van bûyeran bigire û armancên xwe yên pêkanîna Mîsaqî Millî ya dagirkirina herêmê ji Mûsilê heta Helebê pêk bîne. Her wiha got: " Êrişên bi dronan ên ji aliyê çeteyan ve li dijî Helebê têne kirin, vê yekê piştrast dike.  Bi van êrişan dixwazin şêniyan bitirsînin û wan bidin koçberkirin.′′

Di encamê de xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker ku di aliyê teknolojiyaya çêkirina dronan de destek daye çeteyan. Her wiha hewl dide heman senaryoya Humsê li Helebê dubare bike, ji ber ku piraniya deverên Helebê yên ku hatine hedefkirin li nêzî baregehên leşkerî ne.

(mh/bb)

ANHA