Kobaniyan nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin

Bi hezaran gelê kantona Firatê welatiyên ku ev 4 roj e li Bendava Tişrînê nobedarî dikir, li Qada Jina Azad pêşwazî kirin.

Kobaniyan nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin
Kobaniyan nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin
Kobaniyan nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin
Kobaniyan nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin
Kobaniyan nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin
Kobaniyan nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin
18 ÇILE, 2025   18:30
KOBANÊ

Xelkê  bajarê Kobanê yê kantona Firatê beriya 4 rojan, ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hember êrişên dagirkeran, berê xwe dabû Bendava Tişrînê da ku tev li çalakiyê nobedariyê bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker dema karwana gel ji kantona Firatê berê xwe dida bendavê hedef girtibû, bi wê re welatiyek şehîd bû û 4 birîndar bûn. Her wiha dema karwana welatiyên kantona Firatê gihîşt bendavê jî dagirkeran bi balafirên nobedar bombebaran kiribûn. Bi wê re jî 3 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Îro, piştî 4 rojan ji nobedariyê xelkê Kobanê nobedarî dewrî xelkê kantona Cizîrê yê ku duh êvarî gihîştiye bendavê kir û vegerî Kobanê.

Xelkê bajarê Kobanê jî bi coşeke mezin nobedarên Bendava Tişrînê li Qada Jina Azad pêşwazî kirin. Gel bi hildana alên QSDˋê û diurşmn "Berxwedan Jiyan e" û "Bijî berxwedana QSD" nobedar pêşwazî kirin.

Di pêşwazîkirinê de rêvebera Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û got: "Ne dewleta Tirk êrişî karwanên gel bike, çi dibe bila bibe em dev ji bendava xwe bernadin. Me çawa êrişên DAIŞˋê têk birin, em ê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin. Me çawa li bendavê berxwedanî kir, wê gelê me yê Cizîrê jî heman berxwedaniyê bike."

(sş/fr)

ANHA