Sibe, xelkê Girkê Legê berê xwe dide Bendava Tişrînê

Xelkê bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hedefgiritna nobedarên li Bendava Tişrînê şermezar kirin û got ew li dijî êrişên ser herêmê li kêlek QSDˋê ne.

Sibe, xelkê Girkê Legê berê xwe dide Bendava Tişrînê
18 ÇILE, 2025   18:36
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Girê Legê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş avahiya Meclisa bajarê Girkê Legê daxuyaniyek da. Rêveberê rêxistina PYDˋê ya bajêr Idrîs Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê û hedefgirtina nobedarên li Bendava Tişrînê hatin şermezarkirin.

Her wiha hat gotin ku xelkê bajarê Girkê legê ji bo sibe biçin Bendava Tişrînê û tev li çalakiya nobedê bibin, xwe amade dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker nikare vîna wan bişikîne û têkoşînê berdewam e û li dijî êrişên dagirkeran ew li kêlek hêzên xwe ne.

(fr)

ANHA