KNK: Cejna Remezanê li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û alema îslamê pîroz be

KNK'ê bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir û diyar kir “Em cejna Remezanê li hemû li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema îslamê pîroz dikin."

KNK: Cejna Remezanê li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û alema îslamê pîroz be
10 nîsan, 2024   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir.

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Îro cejn e, cejna Remezanê ye. Em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Remezanê li welatê me û li hemû cîhanê bibe wesîleya aştî û aramiyê.

Hêzên parastina Kurdistanê di mehên derbasbûyî de, li hember dagirkeran operasyonên mezin pêk anîn û derbên giran li dijminan dan. Em niha di destpêka biharê de ne. Sê hefteyan pêş niha, me li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kir. Piştî wê jî li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên herêmî (xwecih) de, gelê me xwedî li îradeya xwe derket û serkeftinek mezin bi dest xwe ve anî. Em bi van serkeftinan cejna Remezanê pêşwazî dikin.

Lê dîsa jî li welatê me rewşeke aloz heye. Li tevahî Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel dewam dikin û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî dewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha jî nehatine çareserkirin û êrişên dewleta Tirk jî ser ve zêde bûne. Divê hemî hêzên Kurdistanê li dijî van êrişan derkevin. Bi vê minasebetê em bang li hemû Kurd û kurdistaniyan dikin ku li hember êriş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û yekitiya xwe xurttir bikin.

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê minasebetê em careke din cejna Remezanê, li hemû li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema îslamê pîroz dikin."