Kirinên çeteyên Enqereyê li Efrînê rojeveke rojnameyên erebî ye

Rojanemyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser kirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û şerê li Xezayê.

Kirinên çeteyên Enqereyê li Efrînê rojeveke rojnameyên erebî ye
6 mijdar, 2023   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser kiryarên çeteyên Enqereyê li Efrîna dagirkirî. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku çeteyên Suleyman Şah li gundê Kaxirê ji bo mewsima zeytûnan 300 hezra dolar xerac ferz kiriye, her wiha li ser 3 welatiyan navbera 5 û 7 hezar dolar xerac ferz kiriye. Bal hat kişandin ku gundî li hember vê siyasetê hêrs bûne û li cem çeteyên “Polîsên Leşkerî” gilî kirine, lê belê wê koma çeteyan gef li gundiyan xwariye ku eger giliyên xwe nekişînin dê wan binçav bikin. Li gorî rojnameyê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn li dijî xwecihên Efrînê yên ku siyasetên wan qebûl nakin, siyaseta binçavkirin û firotina milkên wan bi darê zorê dimeşînin.

'BERIYA LÛTKEYA RIYADÊ AGIRBEST NÎN E'

Rojnameya El Cimhûriye ya Lubnanê jî cih da şerê li Xezayê û di wê derbarê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de li gorî çavkaniyên siyasî hat destnîşankirin ku geşedan û tevgerên dîplomatîk ên di hemû waran de nîşaneya pêkhatina agirbestê li Xezayê yan li eniya başûrê Lubnanê, beriya lidarxistina lûtkeya erebî ya awarte (11 Mijdarê) diyar nakin. Di berdewama nûçeyê de hat gotin ku Îsraîl ku ji helwestên Amerîkayê û welatên rojavayî sûdê werdigire, agirbestê qebûl nake û dibîne ku hê dema agirbestê nehatiye.

(c)