Rûsyayê depoyeke dronên biçek li Idlibê bombebaran kir

Rûsyayê ragihand ku hêzên wan depoyeke dronên biçek a çeteyan li Idlibê bombebaran kiriye.

Rûsyayê depoyeke dronên biçek li Idlibê bombebaran kir
6 mijdar, 2023   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa “Interfax”, alîkarê mûdîrê Navenda Lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyeyê Admiral Vadim Collet got: "Hêzên hewayî yên Rûsyayê li Idlibê êrişên hewayî li dijî depoya balafirên bê mirov û biçek pêk anî."

Der barê ziyan û windahiyan de agahî nehatin parvekirin.

(bb)