Kewser çanda çandiniyê bi keda xwe diparêze

Bexçeyê Kewser çavkaniya aboriya wê ye, rojane li bexçe dinêre û çanda herêmê ya çandiniyê diparêze.

16 tîrmeh, 2026   06:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Li bajarê Amûdê Kewser Derwîş jiyan dike. Ji temenê xwe yê biçûk li ber destê dayîk û bavê xwe fêrî çandiniyê bûye û heyanî roja îro vî mîrasî diparêze. 

Kewser got: "Bexçeyê mala min gelekî kevne, dayîk û bavê min ev bexçe çandin, ez j wan fêrî çandiniyê bûm û heyanî roja îro di çandiniya bexçe de dixebitim."

Li bexçeyê Kewser gelek cureyên sibze weke bacanên reş, xiyar, beqdûnis, dolmik, îsot, pîvaz, nenai û bacanên sor hene. Darên fêkî weke darên hejîr, gûz, henar, rezên tirî û henar hene.

Kewser Derwîş di berbanga sibehê de berî tîrêjin rojê diçe nava bexçeyê xwe, paqij dike û av dide. Ew hewl dide ku berbanga sibehê yan jî ber êvarî av bide lê dibêje ji ber pirsgirêka elektirîkê ew neçar dimînin di germahiya rojê û li ber tavê bexçeyê xwe av bide.

Kewser rojane sebze ji bexçe kom dike û pêdiviya malbata xwe pêk tîne, carne jî sebze ji bazarê dikirin.

Ji bo amadekariyên zivistanê jî derfetên Kewser hene ku ji bexçeyê xwe sebze û fêkî bike mûna zivistanê. Bacanên reş û pelên tirî ji bo zivistanê hişk dikin û radikin.

Piştî meha tebaxê Kewser Derwîş got ew ê şitlên sebze biçînin û amadekariya demsaleke çinînê ya nû bikin.

Di dawiyê de Kewser Derwîş got: "Bexçe bûye parçeyek ji canê min, heke ez her sibeh neçim nava bexçe bêhna min fereh nabe. Divê her sibeh ez têkevim nava bexçe, bêhna bexçe were min û ez wisa divehisim."

(np)

ANHA