Şêniyên Girkê Legê daxwaza rêzgirtina li navên resen bajar û gundan ên bi kurdî kir

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku parastina navên bajar û gundan ên bi kurdî ji bo parastina dîrok û nasnameya herêmê girîng e. Şêniyan diyar kir ku ew napejirînin ku siyasetên erebkirinê yên rejîma Baasê dubare bibin.

Şêniyên Girkê Legê daxwaza rêzgirtina li navên resen bajar û gundan ên bi kurdî kir
16 tîrmeh, 2026   03:31
QAMIŞLO
KINAN EL SEYID

Şêniyên bajarê Girkê Legê bang li hikumeta demkî kir ku polîtîkayên erebîkirina navên bajar û bajarokan ên rejîma Baasê dubare neke. Şêniyan diyar kir ku ev nav beşeke nasname û dîroka gelê Kurd in û divê neyên guhertin.

Nisrîn Çeto diyar kir ku rejîma Baasê bi zanebûn navên gelek bajar û bajarokên kurdî wek beşeke polîtîkayên jêbirina nasnameya kurdî, guhertine. Nisrînê diyar kir ku îro jî hewldanên wiha ji hêla hikumeta demkî ve hene ku navên bajaran ên rastîn ên bi kurdî bikin erebî.

Nisrînê da zanîn ku xelkê herêmê erebkirina deverên Kurdan napejirîne, ji ber ku ew bajar û bajarokên kevnar ên Kurdan in. Her wiha destnîşan kir ku wan hêvî dikir ku ev polîtîka bi hilweşîna rejîma Baasê re bi dawî bibin, lê berdewamiya van pêkanînan tirsa wan ji dubarekirina heman nêzîkatiyê zêde dike.

Enes Hesen got şoreşa Rojava ji bo bidestxistina mafan, parastina nasnameya kurdî û redkirina polîtîkayên erebkirinê, hatiye pêkanîn. Her wiha da zanîn ku şoreşa Rojava li dijî serjimêriya neheq a 1962`yan û projeya Kembera Erebî ya ku ji hêla Partiya Baas ve hatiye bicihkirin ku navên gelek gund, bajarok û bajarên Kurdan guherandin, dest pê kir.

Hesen diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê êdî dubarekirina van polîtîkayan nayê pejirandin û bang li hikumeta demkî kir ku navên kurdî yên bajar û gundan biparêze û rêzê li karakter û nasnameya dîrokî ya herêmê bigire.

Nihayat Mûsa bang li hikumeta demkî kir ku sozên xwe yên ji bo parastina taybetmendiya deverên Kurdî, bi taybet navên Kurdî yên bajar, gund û saziyan, bicîh bîne û polîtîkayên Partiya Baasê yên li dijî nasnameya Kurdî nepejirîne.

Nihayatê diyar kir ku Partiya Baasê hewl da nasnameya kurdî înkar bike û dîroka Kurdan a dewlemend jê bibe. Her wiha destnîşan kir ku rêzgirtin ji bo hemû civakên resen ên Sûriyeyê were girtin, navên bajar û bajarokên kurdî yên ku berê hatine guhertin werin vegerandin û polîtîkayên wêranker ên Partiya Baasê neyên dubarekirin.

(k)

ANHA