Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdaneke nû

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku bikarin Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdaneke nû
5 mijdar, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kir. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ve hate kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da û di heman demê de xwest hevdîtinê bi muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re jî hevdîtinê bikin.