Karwanekî din ê koçberên Efrîn- Şehba gihişt Tebqayê

Seyareyên ku ji bo veguhestina gelê li kantona Efrîn-Şehbayê mabû çûbûn herêmê, gihiştin kantona Tebqayê.

Karwanekî din ê koçberên Efrîn- Şehba gihişt Tebqayê
8 kanûn, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Seyareyên ji bo veguhestina gelê li kantona Efrîn-Şehbayê mabû çûbûn herêmê, gihiştin kantona Tebqayê.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, seyareyên ku nêzî 400 malbatên koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê, gihiştin deriyê El Bû Asî ya kantona Tebqayê.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku 29’ê Mijdara 2024’an li ser Til Rifet û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.

(bb)

ANHA