Jinên Zenûbiya û YPJʹê ji xelkê Dêrazorê re civînek li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û YPJʹê ji xelkê rojavayê kantona Dêrazorê re ji bo nîqaşkirina rewşên dawîn ên li Dêrazorê civînek li dar xist.

Jinên Zenûbiya û YPJʹê ji xelkê Dêrazorê re civînek li dar xist
Jinên Zenûbiya û YPJʹê ji xelkê Dêrazorê re civînek li dar xist
Jinên Zenûbiya û YPJʹê ji xelkê Dêrazorê re civînek li dar xist
Jinên Zenûbiya û YPJʹê ji xelkê Dêrazorê re civînek li dar xist
21 îlon, 2024   16:28
DÊRAZOR

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li bajarokên Kîsra û Cezrat û koma Ebû Xeşeb li gundewarên rojavayê Dêrazorê bi şêniyan re civiyan. Di civînê de li ser girîngiya misogerkirina prasînbên şerê gel ê şoreşger li hember êrişên Dêrazorê hedef digirin hat nîqaşkirin.

Civîn li hola Meclisa Herêma Rojava ya bajarokê Kîsra hat lidarxistin. Di civînê de fermandar YPJʹê Zinarîn Qamişlo li ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qeslkirina îstîqrar û aştiya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Her wiha beşdaran jî anî ziman ku armanca êrişên dawîn ên li ser Dêrazorê ewlehî û îstîqrara li herêmê werin têkbirin, lê bi hevgirtina gel ew yek negihaşt serî.

Ji aliyekî din ve jî di civînê de behsa pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re hat kirin.

Di dawiyê de beşdaran got divê gel xwe li gorî şerê gel ê şoreşger ji bo li hember her astengî û planên li dijî vîna wan xurt û amade bikin, ruhê hevgirtinê xurt bikin.

(fr)

ANHA