Ji Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk banga aştiya mayînde

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir ku aştî ne tenê bi tunebûna şer e, lê ew çandeke divê di nava welatiyan de were çandin. Konfedraliyê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên avakirina aştiyeke mayînde li Sûriyeyê rabin.

Ji Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk banga aştiya mayînde
21 îlon, 2024   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Konfedraliyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku aştî ne tenê bi tunebûna şer e, lê ew çandeke divê di nava welatî û civakan de were çandin. Konfedralî bang li rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî û saziyên mafên mirovan dike ku bi erkên xwe yên piştgiriya kedên avakirina aştiyeke mayînde li Sûriyeyê rabin û ji bo belavkirina çanda diyalog û têgihîştinê li şûna tundî û nijadperestiyê hevkariyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin konfedralî di cihêrengiyê de pirrengî dibîne ne alaveke parçekirina nirx û pêkanîna şeran e. Rêzgirtina pirrengiyê û hevdûqebûlkirin klîta avakirina civakeke xurt a xwe dispêre edalet û wekheviyê ye.

Di dawiyê de hat gotin ew di rêxistinkirina civaka sivîl de ji bo xurtkirina nirxên edalet, azadî û wekheviyê dewam dikin.

(fr)