Jinên ji Efrîn û Hesekê: Xwesteka me dîtina Rêber Abdullah Ocalan e

Jinan diyar kir ku xew û xeyalên wan dîtina Rêber Abdullah Ocalan e, her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe xurttir bikin.

Jinên ji Efrîn û Hesekê: Xwesteka me dîtina Rêber Abdullah Ocalan e
9 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Piştî banga dîrokî ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye, qonaxa sêyemîn a kampanyaya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi navê "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" dest pê kiriye.

Têkildarî mijarê jinên ji Efrîn û Hesekê ji ajansa me re axivîn.

Leyle Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Her wiha hîna jî tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan didome û wiha got: “Heya tecrîd bi dawî nebe, em jî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Projeya Rêber Apo projeyeke cîhanî ye û ji bo çareseriya tevahî pirsgirêkên cîhanê ye. Em jî wek tevgera jinan projeya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Aştî bêyî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê."

Leyleyê destnîşan kir ku wê dengê jinan her tim bilind be ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Em jî tev li hemleyê dibin û em ê dengê xwe her tim bilind bilkin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin."

Nehîta Mihemed jî wiha got: "Aştî û çareserî bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger dibe. Em dixwazin Rêber Apo bibînin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê û tevahî civakê ye."

Xalîde Botî destnîşan kir ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk li ser rûyê erdê wê bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: "Peyama me, xewn û xeyala me dîtina Rêber Apo ye. Azdiya fizîkî ya Rêber Apo xewna me ye. Em jî weke jin dixwazin Rêber Apo bibînin û wî hembêz bikin."

ANHA