Tevî hilweşîna rejîmê koçberên herêmên dagirkirî nikarin vegerin

Rewşenbîrên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî diyar kir ku astengiya herî mezin a ku nahêle koçber vegerin warên xwe, hebûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye û ji bo vegerek ewle divê birêvebirina wan herêman di destê xelkê wê de be.

Tevî hilweşîna rejîmê koçberên herêmên dagirkirî nikarin vegerin
9 tîrmeh, 2025   05:50
HELEB
XEYS ŞEMSDÎN

Li gorî raporên Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a NYˊyê nêzî milyonek û 200 hezar koçberên di hundirê Sûriyeyê de vegerîn herêmên xwe. Lê tevî ku 8 meh di ser binkeftina rejîma Baasˊê re derbas bûne, û koçberên herêmên Sûriyeyê vegerîne warên xwe, heta niha koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ji ber nebûna hêmanên vegera ewle, venegerîne cihên xwe.

TU GARATNÎ JI HIKUMETA VEGUHÊZ DE TUNE NE

Endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Mihemed Elî ji ajansa me re axivî û nerazîbûna xwe li hember derengbûna vegera koçberên Efrînê nîşan da û piştgiriya xwe ji bo helwesta partiyên Kurd re nîşan da, ku ew diyar dikin ku beriya tu vegerekê pêwîstî bi dabînkirina parastinê heye. Elî got: "Kî bixwaze vegere, pêwîstiya wî bi banekî wî biparêze heye. Malên me hatin talankirin. Ji ber gefan em nikarin vegerin."

Elî destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk mîna "Ehrar El Şerqiye" hîna malên şêniyên Efrînê dagir kirine û ew heman çeteyên ku destê wan di şehîdxistina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de heye.

Elî diyar kir ku ger welatî bixwazin vegerin, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heta niha tu garantiyên rastîn ji bo ewlehî û parastinê nedane û di daxuyaniyên wê yên dubare de nakokî hene.

PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN DAGIRKERÎ YE

Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Welîd Bekir jî got: “Mayîna dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî, pirsgirêka herî mezin e. Rojane li dijî sivîlan binpêkirin hene; şênî tên revandin û tên îşkencekirin."

Bekir bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku erkên ewlehî û rêveberî radestî xelkê herêmê bike, ji ber ku ew bi xwe dizanin çawa xwe bi rê ve bibin. Bekir bi bîr xist ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rola xwe ya giştî di koordînakirina bi hikumeta veguhêz re der barê kampên Holê û Erîşa de lîst.

REXNEYÊN LI SER ÇAPEMENIYA YEKALÎ Û DEREWKER

Endama Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Şêrîn Şêxo jî da zanîn ku nebûna îstîqrariya mayînde li Sûriyeyê, ji ber sazkirina destûreke yekalî ku mafên hemû pêkhateyan misoger nake û sînorekê ji dagirkeriya Tirk re danayne, ye. Şêrînê bang li hikumetê kir ku girêdayînbûna bi Enqereyê re red bike û ji bo misogerkirina vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tavilê bikeve tevgerê.

Di dawiyê de Şêrînê "çapemeniya yekalî û derewîn" a ku çav ji sûcên rojane re digire û tenê aliyekî dişopîne rexne kir û got tiştê tê belgekirin ji sedî 15 ji mezinahiya binpêkirinên tên kirin derbas nake.

Li Efrînê piştî binkeftina rejîma Baasˊê gelek sûc hatin kirin, ya herî balkêş qetilkirina zarokê bi navê Mistefa Şêxo (14) ye. Ev bûyer di hişê tevahî Sûriyeyê de maye.

(şx/fr)

ANHA