Jinên ji Dêrikê: Berxwedan erka me tevan e

Jinên ji bajarê Dêrikê banga bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got ew heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedana xwe didomînin.

Jinên ji Dêrikê: Berxwedan erka me tevan e
16 sibat, 2025   06:17
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Hemwextî ketina komploya 15‛ê Sibatê sala xwe ya 27‛an, xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangên xwe yên ji bo bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bilind dikin.

Jinên ji Dêrikê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn. Jinan diyar kir ku ew ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin û got civata navneteweyî û rêxistinên mirovî binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan paşguh dikin.

GIRÊDANA BI FIKRA TÊKOŞÎNÊ

Di vê çarçoveyê de şêniya bi navê Qanîe Hacî pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Êdî ji van siyasetên çewsîner re bes e, divê Rêbertî demildest bê berdan. Em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li ser şopa wî bin."

Xalîse Hacî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji Kurdan dixwaze ku çekê deynin û wiha pirsî: "Gelo em ê çawa bi gotinên dewleteke ku êşkencekirina Rêberê me didomîne û tecrîd li ser ferz kiriye, bawer bin."

Li aliyekî din jî, Xana Ebdullah Hisên diyar kir ku jina Kurd vîna xwe ji fikra Rêber Abdullah Ocalan, ê ku rola pêşengtiya civakê daye, girt û wiha got: "Em şargirtên Rêber Apo ne, ji erka me ya bingehîn e ku berxwedanê li ser fikra wî bişopînin û heta misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, em li ser şopa wî ne."

(fr)

ANHA