Tevî rûxandina rejîmê jî rewşa li Dêrazorê aloztir dibe

Bajarê Dêrezorê yê Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Esed jî hîna ne aram e û pêdiviyên jiyanê lê kêm in. Şêniyên bajêr dibêjin ku li bajêr û gundewarên wê xizanî û tevlihevî serdest e.

Tevî rûxandina rejîmê jî rewşa li Dêrazorê aloztir dibe
16 sibat, 2025   07:35
REQA

Şêniyekî 50 salî ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, li ber dikana xwe ya li Kolana El Wadî ya Dêrazorê rûniştiye, hêvî dike rewşa bajarê wî piştî rûxandina rejîma berê ya Sûriyeyê baş bibe.

Desthilatdarên Şamê berî dawiya sala borî bajarê Dêrezorê kontrol kir û heta niha xizmetguzarî û ewlekarî û aramiya ku xelkê Dêrezorê dixwaze, pêk nehatine û ser li şopa rejîma berê, herêmên rojhilatê Sûriyeyê têne paşguhkirin.

Şêniyê 50 salî ji ajansa me re wiha got: "Beriya destpêkirina krîza Sûriyeyê, kargeha min a çêkirina firaqên cam hebû, lê ji ber nebûna piştgiriyê, kêmbûna madeyên xam û koçkirina karkeran, ez neçar mam ku kargeha xwe bigirim, niha firaqên cam difiroşim, dahata min a rojane ji 20 hezar lîreyî derbas nabe.”

Her wiha got: "Şêniyên bajaran pir caran di warê pîşesazî û bazirganiyê de kar dikin, lê li Dêrezorê tu bingehek nîn e ku em bi pîşeyên xwe kar bikin û piraniya xelkê herêmê xizan e."

Zêdetirî 50 rojan di ser hilweşîna rejîma Esed re derbas bûn, lê li gorî ku şêniyên bajarê Dêrazorê dibêjin, ta niha xizmetguzarî kêm e, bi taybet di hêla paqijiyê û kêmbûna avê de. Her wiha li gelek taxên mîna El Hemîdiyê, El Muftî û El Reşîdiyê çop û gemar kom bûye. Xetên elektrîkê û kanalîzasyonê û rê pir xerab bûne.

Li gorî agahiyên ku ji ajansa me re ragihandine, ji bilî hemû êş û azarên xelkê bajarê Dêrezorê, karmendên hikumetê jî ev 2 meh e mûçeyên xwe wernegirtine, ev yek jî rewşa wan xirabtir dike.

Şênî bajarê xwe wek bajarekî wêran bi nav dikin. Li tax û bazarnan di rûyê şêniyan de hejarî diyar dibe.

PIŞTÎ ROJ DIÇE AVA DERIYÊN MALAN TÊNE GIRTIN

Ku roj diçe ava, şêniyên Dêrezorê deriyên dikan û malên xwe digirin û li malên xwe dimînin, ji ber tevliheviya li bajêr û dengê teqîna guleyan û kiryarên diziyê. Şênî dibêjin bi şev her kes ditirse.

(k)

ANHA