Jinên ji Çilaxa: Divê sûcdar û kujerên jinan werin darizandin

Jinên ji Kantona Cizîrê diyar kir ku divê avakirina siberoja Sûriyeyê li ser bingehên saxlem be, lewma divê kujer û sûdcar werin darizandin û ji bo qurbaniyan edalet were pêkanîn.

Jinên ji Çilaxa: Divê sûcdar û kujerên jinan werin darizandin
13 cotmeh, 2025   05:50
QAMIŞLO

Jinên ji bajarê Cilaxa yê kantona Cizîrê bal kişand ku gelek kujerên jinan di nava hikumeta veguhêz de hene û ketine cihên berpirsyariyê bêyî ku ti hesab ji wan were pirsîn. Jinan hişyarî da ku ev rewş jiyan û siberoja jinên ji Sûriyeyê dixe xeteriyê.

Jinan da zanîn ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kujerên siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û kesên ku sûcên şer kirine, dihewîne û diparêze, bi taybet li deverên ku ji hêla Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, wekî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê. Jinan destnîşan kir ku ev yek bûye egera nerazîbûnek berfireh di nav raya giştî û jinan de.

Zeyneb Reşîd ev rewş wekî "lekeyek li eniya mirovahiyê" bi nav kir, û got ku erkdarkirina kujerên jinan bo erkên fermî "sûcên wan rewa dike û deriyê bêcezatiyê ji bo sûcdarên din vedike", û diyar kir ku ev kiryar "aramiya herêmê têk dide û jinan tehdît dike. "

Jina bi navê Muna El Ewad jî  der barê mijarê de got, "Avakirina Sûriyeyeke demokratîk pêşî hewce dike ku sûcdarên şer ên ku li dijî Sûriyeyiyan hovîtî kirine werin darizandin." Muna da zanîn ku erkdarkirina kesên ku bi sûcên giran têne tawanbarkirin "tê wateya vekirina deriyê berdewama komkujiyan li welêt."

Muna hişyar da ku erkdarkirina çeteyan bo erkên desthilatdariyê dê Sûriyeyê veguherîne "gola terorê" û polîtîkayên baviksalar ên ku mafên jin û sivîlan binpê dikin xurt bike.

Nesrîn Îsa jî di wê baweriyê de ye ku "cihê sûcdarên şer li zindanan e, ne di erkên rêvebirinê de ye," û da zanîn ku hesabpirsîna wan "merceke bingehîn e ji bo pêkanîna edaletê û avakirina Sûriyeyeke bê kujerên jinan."

Nesrîn got ku jinên Çilaxa rêya Hevrîn Xelef û hemû şehîdên jin dişopînin û daxwaz dikin ku kesên berpirsiyarê sûc û binpêkirinan werin darizandin.

(k)

ANHA