Li dijî dekanê Fakulteya Wêjeyê ya Şamê êrişa çekdarî

Çekdarên nenas hewl da bi rêya çek û bombeyan dekanê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Şamê Dr. Elî El Leham bikujin.

Li dijî dekanê Fakulteya Wêjeyê ya Şamê êrişa çekdarî
12 cotmeh, 2025   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas bi klaşînkovê û bombeyan êrişî dekanê Fakulteya Wêjeyî û Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Şamê Dr. Elî El Leham, kir.

Li gorî agahiyan, êrişkaran bombe avêt nivîsgeha dekan, lê neteqiya û piştre êrişkar reviyan.

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku ev êriş ji ber hin rêjeya zêde ya binkeftina xwendekaran di hin madeyan de pêk hat û hat diyarkirin ku texmîn e êrişkar xizmên hin xwendekaran bin.

Ev bûyer, piştî nêzî 2 mehan ji qetilkirina mamosteyê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Helebê Dr. Basil Zêno pêk hat. Basil Zênî li pêş kilînîka xwe di 2ˊyê Îlona 2025ˊan de, ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

(ac/fr)

ANHA