Jineke pispora çêkirina blokan

Cemîle Mihemed bi hevserê xwe re blokan çêdike û debara malbata xwe pê dike. Kesên di ber kargeha wê re derbas dibin di serî de hinekî diheyirin lê dûre silavekê didinê.

Jineke pispora çêkirina blokan
Jineke pispora çêkirina blokan
Jineke pispora çêkirina blokan
Jineke pispora çêkirina blokan
23 cotmeh, 2023   09:24
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Berbangan Cemîle Mihemed a 34 salî û hevjînê wê şiyar dibin û berê xwe didin kargeha xwe ya taybet a çêkirina blokan. 

Çêkirina blokan, ji pîşeyên herî bi zehmet e. Lê Cemîle ji 6 salan ve vî karî dike û alîkariya hevjînê xwe dike da ku debara malbata xwe bike. 8 endamên malbata wê hene.

Cemîle Mihemed beriya fêrî çêkirina blokan bibe, gelek karên din wekî palehî û çinîna pembo kiriye. Lê piştî paşketina sektora çandiniyê li herêmê, Cemîleyê biryar da ku alîkariya hevjînê xwe bike.

Der barê mijarê de Cemîle diyar dike ku wê pêşniyar kiriye di kargehê de kar bike. Lê belê hevjînê wê nexwestiye, lê Cemîleyê israr kiriye û di dawiyê de ew îqna kiriye.

Bi demê re Cemîle di çêkirina blokan de dibe pispor. Têkildarî wê pêvajoyê Cemîleyê got : “Destpêkê gelek blok dişikestin, lê bi demê re ez baş fêr bûm.”

Cemîle bi israr bû ku fêrî vê pîşeyê bibe û ji bo wê astengiyên li pêşiya wê derketine gişt derbas kirin. Cemîle wiha axivî: “Min biryar da ku li hember tevahî astengiya bisekinim. Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya sala 2015`an a li dijî gundê me de, ez ji piştê xwe birîndar bûm. Lê birîna min ji bo min nebû pirsgirêk û ez fêrî vê pîşeyê bûm.”

Cemîle bi amadekirina xerca çîmentoyê dest bi kar dike. Cemîle jineke rûken e. Yên di ber kargehê re derbas dibin, hinekî diheyirin. Lê Cemîle destnîşan dike ku wê ew bend şikandiye û êdî kesên di ber kargehê re derbas dibin, silavan didin wê.

(şx)

ANHA