Malbatên şehîdan azadiya Rêber Abdullah Ocalan û yekitiya Kurdan xwest

Malbatên şehîdan li Çilaxayê bi meşekê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest û bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurdan kir ku yek li hember gefên li ser Kurdan helwesta xwe ya siyasî bikin yek.

5 nîsan, 2026   14:35
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên li ser gelê Kurd, îro meşek li dar xist. Bi dehan şênî tev li meşê bûn.

Meşê ji ber ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dest pê kir. Girseya gel ber bi navenda bajêr ve çû. Piştî meşê deqeyekê rêz hat gitin û li ser navê malbatên şehîdan daxuyaniyek hat xwendin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Rêveberiya Dibistanan Yûnis Hacî û bi zimanê erebî ji aliyê endama meclisa bajarok Abirê Mîdya Abdullah ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em diyar dikin ku yekitiya Kurdan pêdiviyeke hebûnî ye ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mifteya bingehîn a çareserkirina pirsgirêkên heyî û bidestxistina aştiyeke dadperwer li herêmê ye.”

Malbatên şehîdan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû hêzên Kurdan kir ku helwestên xwe yên siyasî bikin yek, her wiha banga bilindkirina têkoşîna girseyî ya aştiyane ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Çalakî bi dirûşmên "Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)