Aloziya li Siwêdayê didome

Piştî şerên tund ku di encamê de bi sedan kuştî û birîndar çêbûn, hîna aloziya li Siwêdayê didome û rêxistinên mafên mirovan hişyarî li ser xerabbûna rewşa mirovî da.

Aloziya li Siwêdayê didome
20 tîrmeh, 2025   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şeva şem-yekşemê ve, piştî şerên tund ku çend rojan dom kir û bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn, li Siwêdayê bêdengiyek hişyar heye.

Bi gaveke ber bi hewla vehewandina aloziyê ve, hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta veguhêz rêyên ber bi komên girêdayî xwe ve, bi barîkatên axê girtin. Da ku ew kom bi erebeyan nikaribin derbas bibin.

Di aliyê meydanî de, hîna bajar di destê hêzên leşkerî yên Siwêdayê de ye. Hemwextî wê komên bi navên "çekdarên eşîran" ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji gelek nuqteyên xwe yên ji hundir vekişiyan. Lê hîna aloziya li gundewarê rojhilat, bakurê rojhilat bajêr didome.

Ev bêdengî, piştî ku di navbera hikumeta veguhêz û mezheba Durzî de bi sponseriya navneteweyî lihevkirina agirbestê çêbû, pêk hat. Lê gel bi baldarî û hişyariyekê li cidiyeta pabendbûna bendên vê lihevkirinê dinêrin, nemaze ligel nebûna mekanîzmayên aşkera yên garatnî û çavdêriyê. Duh jî heta derengiya şev pevçûn hebûn û lihevkirin hat binpêkirin.

Di aliyê mirovî de, rêxistinên mafên mirovan hişyarî li ser hilweşîna xeternak a rewşa mirovî ya li Siwêdayê da û diyar kir ku derman û pêdiviyên tibî yên bingehîn pir kêm in û tu piştgiriyeke aktîv ji bo avahiyên tenduristiyê tune ye. Wê jî zehmetiyên nexweşxan û kesên bi nexweşiyên giran ketine, zêdetir kirin.

Aliyên navneteweyî jî daxwaz kir ku divê bi awayek lez û bez alîkariyên mirovî û tibî bigihînin Siwêda û herêmên zirardîtî, û pêwîst e dosyaya mirovî ji pirsgirêkên siyasî û leşkerî were qutkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di îna borî (18ˊê Tîrmehê) de ragihandibû ku ew amadekariyên şandina alîkariyên mirovî ji bo Siwêdayê dike.

(fr)