jinan li ser pergala hevserokatiye nîqaş kirin

Beşdarên Komxebata Jinên Eşîran da zanîn ku civakeke ku xwe nespêre jinan, civakeke xwar e û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe rizgar dikin.

17 mijdar, 2023   11:28
REQA
ENES MIHEMED

Komxebata Jinên Eşîran ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ve bi dirûşma ′Rola civakî ya jinên eşîran′ di 15′ê Mijdarê de hate lidarxistin. Jinên beşdar, têkildarî komxebatê axivîn.

Endama Desteya Nîştimanî ya Erebî ya ji eşîra El Amir a Dêrazorê Newal Mezyed axivî û got ew ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve li ser hişyarkirina jinên Ereb der barê aliyê fikirî, rakirina fikrên reş ku çeteyên DAIŞ′ê li ser wan hiştin, rizgarkirina jinan ji zîhniyeta bavikslar, dixebitin.

Newal wiha domand: "Jinan di şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek astengî kişandin, lê wan ev yek derbas kir û tev li partiyên siyasî bûn û xwe bi rêxistin kirin û ketin nava civakê. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan benda tirsê rakirin."

Newal an îziman ku ew hewl didin xwe bigihînin tevahî jinên cîhanê û nêrînên xwe bikin yek, hevgirtina di navbera jinên Sûriyeyê de xurt bikin û bigihînin çareseriyekê ji bo krîza Sûriyeyê.

Li aliyekî din jî endama Komeleyên Jinan a Tertûsê Sara Ebas li ser sedema tevlêbûna wê li komxebatê axivî û wiha got: "Em ji hundirê Sûriyeyê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku astengiyên li pêşberî jinên herêmê û cudahiyên navbera jinên tevahî Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de binasin. Ji wê zêdetir jî bi rêya beşdariya xwe li vê komxebatê piştrast bikin ku em ji bo pêşxistina rewşa jinê di tevahî aliyan de yek in."

Endama Partiya Avakirin û Pêşxistinê Xensa El Hemod behsa destkeftiyên şoreşa jinan Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, mîna pergala hevserokatiyê, beşdariya kotaya ji sedî 50 di saziyên Rêveberiya Xweser de û derxistina qanûna taybet bi jinan bi navê ′qanûna jinan kir.

Nivîskar Şems Enter jî bal kişand ser rola jinan di Rêveberiya Xweser de û got pêdiviya civakê bi hewldanên jinan heye, ji ber ku “civakeke xwe nespêre jinan civakeke xwar e”.

Endama Rêveberiya Giştî ya Partiya Geşkirin û Pêşxistinê Daliya El Îsa jî got: "Ez êdî dikarim beşdarî forum û çalakiyan bibim û min rola xwe di rêveberî, meclis û saziyan de girt."

Daliya wiha dawî li gotina xwe anî: "Êdî jin dikarin çekê hilgirin û parastina xwe û civaka xwe bikin. Di aliyê fikrî û zihnî de rizgar bûn. Ev hemû bi saya fikra Rêber Abdullah Ocalan e."

(fr)

ANHA