Fermandarê CENTCOM′ê serdana Îsraîlê dike

Malpera Axios a Amerîkayê diyar kir ku fermandarê CENTCOM′ê Michael Corella îro dê serdana Îsaîlê bike û dê bi rayedarên leşkerî yên Îsraîlê re bicive.

Fermandarê CENTCOM′ê serdana Îsraîlê dike
17 mijdar, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Axios a Amerîkayê ragihand ku fermandarê CENTCOM′ê Michael Corella dê serdana Îsraîlê bike. Ew yek li gel zêdebûna şerê li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê re û pêkanîna zêdetirî 50 êrişan li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê pêk tê.

Malperê destnîşan kir ku dê Corella bi rayedarên leşkerî yên Îsraîlê re ji bo nîqaşkirina şerê di navbera Îsraîlê û Hemasê de û rewşa li ser sînorê Lubnanê bicive.

Rayedarên îsraîlî jî daxuyand ku dê Corella bi wezîrê ewlehiyê yê Îsraîlê Yoav Galant û serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzi Halevy û rayedarên din ên parastin û îstîxbaratê re bicive.

(fr)