Jinan ji Ewropayê doza azadiya Werîşe Mûradî kir

Jinên li paytextên Swêd û Belçîkayê bi daxwaza azadiya endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî revandin, çalakî li dar xist.

Jinan ji Ewropayê doza azadiya Werîşe Mûradî kir
21 cotmeh, 2023   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya NûJînha`yê, ji bo azadiya endama Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku 1’ê Tebaxê li bajarê Sine yê Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû revandin, 20’ê Cotmehê li paytexta Swêdê Stockholmê û paytexta Belçîkayê Brukselê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de wêneyên Werîşe Mûradî hatin hilgirtin, li dijî polîtîkayên zextê yên dewleta Îranê yên li hemberî gel dirûşm hatin berzkirin.

Her wiha bang li Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Îranê û saziyên navneteweyî yên mafên mirovan hat kirin û ji wan hat xwestin ku berpirsyariya xwe ya ji bo azadkirina Werîşe Mûradî bi cih bînin.