Alîkarî derbasî Xezayê dibin

Kamyonên alîkariyan ên ji Xezayê re hatine şandin di deriyê Refeh ê bi sînorê Misirê re dikevin herêmê.

Alîkarî derbasî Xezayê dibin
21 cotmeh, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor tora El Erebiye El Hedes, ji vê sibehê ve 20 kamyonên pêdiviyên tenduristiyê di deriyê Refehê re derbasî Xezayê dibin. Lê bi sedan kamyonên din ên alîkariyên xwarin û dermanan ên li deriyê Refeh hîna li benda derbasbûnê ne.

Medyaya Misirê ragihandibûn ku amadekarî hene kamyonên alîkariyan îro bi rêya deriyê sînor Refeh derbasî Xezayê bibin. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê jî diyar kir ku agahî hene ku deriyê Refeh vê sibê saet di 10:00`an de vebûye.

Balyozxaneyê ku belavokek li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kiriye, daxuyand ku ew nizanin dê deriyê Refeh ji bo derketina biyaniyan ji Xezayê heta kengî vekirî bimîne.

(şx/c)