Parlamenterê Katalan: Naskirina statuya Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke demokrasiyê ye

Parlamenterê Katalonyayê Francesc De Dalmases I Thió bal kişand ser girîngiya naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji alîyê welatên Ewropayê ve û got: “Bi vê re wê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk zêdetir bên belgekirin.”

Parlamenterê Katalan: Naskirina statuya Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke demokrasiyê ye
21 cotmeh, 2023   13:02
NAVENDA NÛÊAYAN-CİHAN BİLGİN

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve û Cîgirê Serokê Partiya Siyasî Junst yê Katalonyayê Francesc De Dalmases I Thió bi minasebeta salvegera 3’yêmîn a naskirian Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve (20’ê cotmehê 2021) ji ajansa me re axivî.

‘BİRYAR GORÎ MADEYÊN DEMOKRATÎK E’

Dalmases İ Thió destnîşan kir ku qebûlkirina statuya siyasî ya Rêveberiya Xweser ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve "pêdiviya mafên mirovan û prensîbên demokratîk e.” Francesc De Dalmases İ Thió, anî ziman ku ev biryar ji aliyê hin hêzên navneteweyî ve şaş tê destgirtin û got: “Dijî vê Parlamentoya Katalonyayê biryara xwe di parastina mafên mirovan de û rêbazên demokratîk de da. Wê ev biryar di demeke nêz de li ser hemû cîhanê bandor bike.”

De Dalmases İ Thió, nêzîkatiya Spanyayê li hember naskirina Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Katalonyayê ve wekî “têkçûn” pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêzîkatiya Spanya ji têkiliyên dewleta Tirkiye ne qut e. Pirsgirêka sereke ya Spanyayê ew e ku hevkarê dewleta Tirk yê aborî û leşkerî ye. Ev tifaq Spanya ji naskirina Rêveberiya Xweser ku di aliyê demokrasiyê de gelekî normal e dur dixîne û binketina demokrasiyê nîşan dide.  Di heman demê Katalonyayê jî ji parastin û rênîşandana rêzmanên demokrasiyê bêrî dike.”

'BI NASKIRINA STATUYA ROJAVA WÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK BÊN BELGEKIRIN'

Francesc De Dalmases İ Thió, diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê metirsiyê ye û ev nirxandin kir: “Ji ber welatên Ewropayê statuya siyasî ya Bakûr û Rojhilatê Sûryê heta niha nas nekirine dewleta Tirk her êrîş dike. Bi naskirina statûyê re wê sûcên dewleta Tirk û binpêkirinên hiqûqê jî di asta navneteweyî de zêdetir bên belgekirin.”

RANCESC DE DALMASES İ THİÓ KÎ YE?

Ji sala 2017`an heta niha di Parlamentoya Katalonya de cigirê serokê Partiya Siyasî Junts e û serokê Komîteya Karê Derve yê Parlamentoya Katalonya ye. Beriya niya wekî rojnamevan, aktîvîst, parazvanê mafê mirovan li Bosna, Kurdistan, Kosova, Kongo, Brezilya, Pakistan, Afganistan, Meksika de kar meşandiye.

ANHA