Jinan daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir

Jinên ji Helebê girîngiya bandorên siyasî û mirovî yên ramanên Rêber Abdullah Ocalan vegot û da zanîn ku azadiya wî ya fîzîkî gava sereke ya ber bi aştiyê ve ye. Jinan xwest Rêber Abdullah Ocalan bibînin.

Jinan daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir
3 tebax, 2025   03:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Jinên ji Helebê girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya gelan destnîşan kir û dan zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêk bi kûrahî analîz kirine û rêbazên çareseriyê jî pêşkêş dike.

Endama Akademiya Şehîd Hêzil a girêdayî Kongra Star Raniya Hemo got têkoşîna zêdetirî 50 salan a Rêber Abdullah Ocalan hişt ku “doza Kurd ji binê kavilan derkeve û bibe yek ji dozên sereke”.

Raniya Hemo bal kişand ser asta bandora gel û jinan bi taybetî bi ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan û got, ew bi israr in ku ramanên wî di jiyana xwe ya rojane de û rêxistinbûna xwe de pêk bînin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku ramanên wî rûmeta gelan ji qirkirinan diparêze.

Raniyayê der barê bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser gelê Sûriyeyê û bi taybetî yê Helebê de jî got: "Aliyê pratîkî yê mîrasa şoreşa fikirî ku Rêber Apo li Helebê belav kiriye, di şerê gel ê şoreşgerî yê berxwedana Şêxmeqsûdê de diyar dibe ku gel ji qirkirinan parast."

Raniya Banga Aştî û Civaka Demokratîk wek qonaxeke girîng di dîroka têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan de ku dikare aştî û jiyana hevbeş li gelemperiya herêmê bi cih bîne, pênase kir.

Ranya Hemo anî ziman ku ew dixwaze bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: "Rêber Apo rizgarê jin û gelan e. Ramanên wî ji bo xwenaskirin, naskirina dîrokê û wergirtina dersan hişmendiyek da avakirin."

Endama Kongra Star Rula Mihemed jî bandora ku Rêber Abdullah Ocalan li gelê Sûriye, bi taybetî li Helebê hiştiye vegot: "Ramanên wî di xwenaskirin, zanîn, parastina rewa û şerê gel ê şoreşgerî de diyar dibe. Her wiha derfet da jinan ku cihê xwe di hemû qadan de bigire."

Rula Mihemed ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir û da zanîn ku ji bo azadiya rasteqîn li herêmê pêk were azadiya wî ya fîzîkî pêdiviyeke.

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Muna Ebdulhemîd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dema li Sûriyeyê bû bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) danî û wiha domand: "Li dijî Kurdan zulm û hewldanên qirkirina çand û nasnameyê hatin meşandin, lê Rêber Abdullah Ocalan hewldan têk bir û şoreşek da avakirin ku rewş guhert û gel nêzî dîrok û çanda wan kir."

Munayê diyar kir ku bi destpêka şoreşê re gelê herêmê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir û herêmên xwe parastin.

Her wiha îşaret pê kir ku bi saya ramanên wî jinan cihên xwe di jiyana siyasî û leşkerî de girtin û pêşengtiyê dikin û got: "Jinên ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer in ji cîhanê re bûye mînakên azadiyê."

Munayê di dawiya axaftina xwe de girîngiya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vegot û diyar kir ku bi mezinkirina têkoşînê dê armanca xwe ya dîtina fîzîkî ya Rêber Abdulalh Ocalan bi cih were.

(bb)

ANHA