Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle û birûmet dikin

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle bo deverên xwe dikin. Koçberan ji hêzên navneteweyî û aliyên têkildar xwest berpirsyarên xwe yên qanûnî û exlaqî pêk bînin, çeteyan ji deverên wan derxin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle û birûmet dikin
Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle û birûmet dikin
Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle û birûmet dikin
Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle û birûmet dikin
3 tebax, 2025   04:35
REQA
EHMED SEMHAN

Şêrîn Abdo ya 40 salî, koçbereke ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ye. Ew û malbata wê û bi dehan malbatên koçber li stargeheke li kantona Reqayê dijîn. Ew jî wekî hemû koçberan her roj nûçeyan dişopîne, dibîne çawa bi dehan binpêkirin li bajarê wê diqewimin.

Şêrînê diyar kir ku ew di vê reşê de ku her roj binpêkirin li dijê gelê Efrînê tên kirin, naxwaze vegere Efrînê û baştir e ku di stargehê de bimîne.

Şêrînê wiha li gotinên xwe zêde kir: "Em koçber, hîn jî li benda vegera bajarê xwe ne. Ev ne tenê xewnek takekesî ye, lê daxwazek giştî ya her kesê ku ji axa xwe koçber bûye ye. Rast e ku hin kes vegeriyane Efrînê, lê mixabin, vegera wan ne ewle bû, li Efrînê hîn jî kiryarên kuştin, revandin û binpêkirin dewam dikin."

Şêrînê got: "Li deverên koçberiyê, di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Rewşa jiyana di dibistanan de trajîk e, rêxistinên alîkariyê an tenduristiyê li vir tune ne, av bi zehmetî digihîje, û elektrîk pir qels e."

Şerîne Ebdo banga vegera li Efrînê kir û got: “Em bêyî garantiyên ewlehî û aramiyê nikarin vegerin.”

Koçbera bi navê Fatima Hisên Mehmûd ku ew jî ji Efrîn koçber bûye, der barê mijarê de got: "Em ji Efrînê koçber bûn Şehbayê û em 8 salan li wir man. Piştî wê, em dîsa koçber bûn û hatin stargehên li Reqayê.”

Fatmayê wiha domand: “Em ji vê rewşê bê zar bûne. Pir germ e, xizmet tune ne û em nizanin çi bikin an jî serî li kê bidin. Em dixwazin vegerin malên xwe, axa xwe.”

Fatmayê jî daxwaza vegera bo Efrînê kir û got: "Em dixwazin di zûtirîn demê de vegerin, lê divê ev veger ewle û bi rûmet be.”

Emar Cîlo jî çîroka xwe ya koçberiyê vegot: "Em ji aliyê çeteyên dagirker ên Tirk ve ji herêma Şehba ber bi kantona Reqayê ve hatin koçberkirin, li vir em li dibistanan dijîn û pir zehmetiyan dikşînin. Germa zêde bandorê li tenduristiya zarokan dike, her wiha piştgirî û alîkariyên sereke jî kêm in.”

Emar Çîlo wekî hemû koçberên din daxwaze vegereke ewle bi garantiyên navneteweyî kir.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê ku 8 sal e koçber in, ji hêzên navneteweyî daxwaz dikin ku di bin çavdêriya navneteweyî û garantiyên ewlehiyê de vegerin deverên xwe.

(k)

ANHA