ji Yekîneya Şehîd Dogan Zinar çalakiya hişyariyê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragijand ku Yekîneya wan ya Şehîd Dogan Zinar li dijî barageha Tabûra Seslîce ya li TRT Gabarê ya girêdayî Şirnexê û hin bîrên petrolê, bi balafiran 4 caran bi armanca hişyariyê êrîş kirin.

ji Yekîneya Şehîd Dogan Zinar çalakiya hişyariyê
2 sibat, 2025   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyêkî ragihand ku Yekîneya wan ya Şehîd Dogan Zinar li dijî barageha Tabûra Seslîce ya li TRT Gabarê ya girêdayî Şirnexê çalakiya hişyariyê kirine.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Roja 27’ê Çileyê niştecihên gundê Şihê yê girêdayî nahiyeya Dînartê ya navçeya Akrê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û endamê eşîra Zêbarî, Cafer Celal û hevjîna wî Sitî ji aliyê MÎT û Parastinê ve bi zanebûn hatin hedefgirtin.

 Di encama vê yekê de, her du sivîl û welatiyê me yê kal, bi hovane hatin qetilkirin.

Ji bo bersiva vê komkujiyê, roja 30’ê Çileyê di navbera saet 14.45 – 16.15’an de Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar li dijî barageha Tabûra Seslîce ya li TRT Gabarê ya girêdayî Şirnexê û hin bîrên petrolê, bi balafiran 4 caran bi armanca hişyariyê êrîş kirin. Eger ji vir û şûnde gelê me yê sivîl were girtin, wê weke bersiv Hêzên me yên Parastina Hewayî bi heman tarzî bersiv bidin.”