Ji şervanên YPJˈê peyamên berxwedanê

Şervanên YPJ`ê diyar kir ku ew ê heta dawiyê ji bo parastina xak û gelê xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de bin û got ew hêza xwe ji piştgiriya dayikan digirin.

Ji şervanên YPJˈê peyamên berxwedanê
28 kanûn, 2024   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Eylûl Serêkaniyê, Avaşîn Rojava û Bihar Bahoz li eniyên şer ên Bendava Tişrînê li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê tê dikoşin, peyamên berxwedanê dan.  

Eylûl Serêkaniyê diyar kir ku ew ê heta dawiyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Avaşîn Rojava jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi şerê taybet hewl dide fitneyê di nava gelan de derxe û got: "Bila gel ji gotinên wan bawer neke, jixwe gel rastiya dewleta Tirk a dagirker nas dike. Em ê jî heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Em ji dayikên Kobanê hêzê digirin.”

Bihar Bahoz jî destnîşan kir ku ew bi armanca parastina xaka xwe niha di çeperên şer de ne û got: “Em ê li ser axa xwe bin û rê nedin dijmin ku welatê me dagir bikin.”

(bb)

ANHA