Li kantonên Tebqa û Cizîrê meşên piştgiriya QSDˋê

Xelkên kantonên Tebqa û Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dgairker û çeteyên wê yên li ser herêmê piştgirî da QSDˋê û got: "QSDˋê rûmeta me ye."

28 kanûn, 2024   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên kantonên Tebqa û Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê meşên piştgiriya QSDˋê hatin lidarxistin.

KANTONA CIZÎRÊ

Meclisên bajarên Til Temir û Zirganê ji bo piştgiriya QSDˋê û şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xistin.

Meş ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê bi hildana alên QSD, YPG, YPJˋê, alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Her wiha pankarta "QSDˋê nûnertiya me dike" ,"QSDˋê hêviya me ye."

Meş li kolanên sereke yên bajêr heta bi rêya M4 dirêj kir. Li wir hevseroka Komeleya Perwerdehiyê ya Til Temirê Ayhan Yûnis axivî û got: "Em gelê Til Temir û Zirganê bi hemû pêkhateyên xwe bi mezin û biçûkên xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li pişta QSDˋê ne."

Her wiha hevserokê Komeleya Perwerdehiyê ya Til Temirê Xidir El Ilêwî axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê me bi terorîstê bi nav dikin, li hember wê jî zarokan qetil dikin û şêniyên resen koçber dikin. QSDˋê ji bo parastina ewlehî û xakê bi hezaran şehîd da. Ew hêviya yekane ya gelan e."

Meş bi diruşmên "Bijî berxwedana QSDˋê" ,"QSDˋê hêviya gelan e".

KANTONA TEBQA

Di heman çarçoveyê de xelkê kantona Tebqa û nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Tebqa, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêxistinên Civaka Demokratîk û nûnerên ji Meclisa Rêveber a kantonê beşdarî meşê bûn. Meş ji pêş avahiya Meclisa Edaleta Civakî dest pê kir.

Li Çerxerêya Şehîdan a taxa duyemîn a Tebqa meş vegerî mîtîngê. Li wir hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Tebqa Hind El Elî axivî û got: "Em îro destpêka pêvajoyeke nû piştî hilweşîna rejîma Baasˋê dijîn. Pêdiviya vê pêvajoyê bi hev re xebatekê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk heye."

Li aliyekî din jî serokê Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Tebqa Ednan Ilêwî axivî û got: "Ev êrişa ku dewleta Tirk bi rê ve dibe temamkirina tiştên şaneyên rêxistin DAIŞˋê dest pê kiriye. Armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û pêkanîna sînorê Mîsaqî Millî ye."

Ilêwî bang li tevahî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku yek ji armancên vî dijminî têkbirina hêviyên Sûriyeyiyan ên jiyana azad û rûmet e.

Ilêwî di dawiyê de banga hevgirtina pêkhateyan, xurtkirina yekitiya nîştimanî û hembêzkirina QSDˋê kir.

Meş bi diruşma "Bi rihê bi can em bi te re ey QSDˋê."

(fr)