Ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên Reqayê pêk hatiye

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê, ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên bajêr temam kiriye û xebatên bidawîkirina planên şaredariyê didomin.

Ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên Reqayê pêk hatiye
Ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên Reqayê pêk hatiye
Ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên Reqayê pêk hatiye
Ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên Reqayê pêk hatiye
Ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên Reqayê pêk hatiye
7 îlon, 2025   15:22
REQA

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê ji destpêka Îlonê ve xebatên asfaltkirina rêyan li taxên bajêr pêk tîne. Xebatên asfaltkirinê ji kolanên El Mensûr û El Mutaz dest pê kir û heta niha 18 rê hatine asfaltkirin.

Yekitiya Şaredariyên Kantona Reqayê 21 hezar metrekup asfalt ji bo rêyên li bajêr veqetandiye.

 Li gorî rêveberê çavdêriya xebatên asfaltkirina rêyan, endazyar Mehmûd El Hemam, piştî temamkirina xebatên qîrkirinê li Kolana El Mensûr û Kolana El Mutaz, dê qîrkirina rêyên li taxên Seyf El Dewle û Kolana Nezlet El Teyar, werin destpêkirin.

El Hemam diyar kir ku Şaredariya Gel a Reqayê ji sedî 85 xebatên asfaltkirina rêyên ku di plana wan a 2025`an de bû, temam kiriye.

(k)

ANHA