Sersaxî ji malbata şehîd Mistefa Teharo re hat xwastin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê û xelkê bajêr sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos ên QSDˊê şehîd Fewzî (Mistefa Teharo) û soza şopandina rêça şehîdan da.

7 îlon, 2025   15:00
KOBANÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê yê Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Fewzî ( Mistefa Teharo) re xwest. Konê sersaxiyê li taxa Şehîd Ebdo ya Kobanê li pêş mala şehîd hat vedan. Şervan Fewzî di 5`ê Îlona 2025`an di encama qezaya leşkerî û perwerdeyê de li Bendava Tişrînê şehîd bû. 

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Emîne Yasîn sersaxî da malbata şehîd Fewzî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî.

Emîne Yasîn bal kişand ser têkoşîna şehîd Fewzî û diyar kir ku ji bo gelê xwe her tim li eniyên pêş bû û di erkên xwe de dudilî nebû û got: "Em ê her tim li pey şopa şehîdên xwe bin û destkeftiyên wan biparêzin."

Bavê şehîd Fewzî axivî û got: "Min dixwast ez jî guleke xwe di Kurdistanê de biçînim, min kûrê xwe şehîd Fewzî kir oxirî gelê Kurdistanê û rizgarkirina wê. Divê em Rêberê xwe Rêber Apo rizgar bikin."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên " Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mm/fr)

ANHA