Ji QSD`ê der barê îdiayên “leşkerkirinê” li Reqayê de daxuyanî

QSD`ê îdiayên der barê “leşkerkirinê li Reqayê” derewandin. QSD`ê destnîşan kir ku îdiayên li ser dezgehên çapemeniyê belav bûne, ne rast in û diyar kir ku tişta çêbûye, çarçoveya rûtînî ya parastina ewlehiyê û îstiqrarê derbas nake.

Ji QSD`ê der barê îdiayên “leşkerkirinê” li Reqayê de daxuyanî
2 cotmeh, 2025   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê îdiayên “leşkerkirina ciwanan li bajarê Reqayê” de daxuyaniyek weşand. QSD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew îdia ne rast in.

QSD`ê wiha domand: “Tişta rû daye, tenê bicihanîna xebatên ewlehiyê yên rûtîn û di çarçoveya piştrastbûnê ji nasnameyên kesayetî û belgeyan de ne. Em hewldanên reşkirinê yên li dijî sepandina ewlehiyê red dikin. Divê dezgehên çapemeniyê xwe bispêrin çavkaniyên fermî dema bixwazin ji agahiyan piştrast bibin.”

(şx)